Navenda Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê

Navenda Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê

Piştgirî ji çalakiyên Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê, kampanyayek komkirina îmzeyan bo piştgirî ji vê saziya sivîl û çandî rê xistiye. Kopiyek ji kampanyayê ketiye destê CAPK`ê û em jêr deqa wê diweşînin:.......

Hevwelatiyên hêja!
Kurdistaniyên delal!
Her wek em dizanin neteweya kurd ji aliyê hikûmetên li pey hev ên desthilatdar ve ketiye ber zilm û stemkarî û ferq û cudakariyên çandî û zimanî. Rojhilatê Kurdistanê jî yek ji nimûneyên herî berçav e ku têde kurd ji Îlam û Kirmaşanê bigire heta Sine, Urmiye û Makûyê û herwiha li hinek herêmên kurdrûniştevan ên Îranê mîna Xorasanê ku ne axa Kurdistanê bûye, lê kurd têde niştecih bûne, kurd weke neteweyek nehatiye naskirin û dîrok û çanda gelê kurd hatiye talankirin û ji xeynî vê yekê pêşiya çalakiyên kultûrî û edebî yên kurdan tê girtin û astengkirin.
Li bajarê Urmiyeyê destpêkê Civata Ronahî di sereteya dehsalên 90`ê de û di germiya desthilatdariya Reformîstan hat qedexekirin û piştî wê jî ji salên 1387 heta 1388`ê Civata Çandî û Edebî ya Îlam di vê zanîngehê de çalakî dimeşandin, lê piştî qedexekirina wê civatê, Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanînegha Urmiyeyê dest bi xebatên kultûrî û wêjeyî kir.
Ligel vê yekê ku çalakiyên vê civatê tenê bo pêşvebirina ziman, çand û edebiyata kurdî bûye, lê di rojên dawî de zextên zêde û berfireh ji aliyê `Heraset` (Navenda Parastinê) ya Zanînegha Urmiyeyê ketiye ser çalakvanên Navenda Kurmanc.
Niha em destpêka karê kampanyaya xwe ji bo komkirina îmzeyan bona piştgirî ji çalakiyên civatên sivîl û kultûrî yên kurdî li Rojhilatê Kurdistanê radigehînin.

 ji bo imzayan :

 

www.faceebook.com/kurmanc.urmiye

yan

 

kurmanc.urmiye@yahoo.com

bi kar bînin.

 

نظرات 0 + ارسال نظر
برای نمایش آواتار خود در این وبلاگ در سایت Gravatar.com ثبت نام کنید. (راهنما)
ایمیل شما بعد از ثبت نمایش داده نخواهد شد