Navenda Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê

Navenda Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê

Daxuyaniya navenda Kurmanc bo sazî yên raghandinî yên Kurd

Bo sazî yên raghandinî yên Herêma Kurdistanê!
Wîjdana raghandinî, hesta nûçegihan û rojnamevanan divilqîne daku rastiya bûyeran wisa ku hene derxin holê. Ya rast jî ew e ku karê ragihandinî, divê bê derev û wekî çawan çê dibe, wisa derkeve kifşê daku xelk lê haydar bibe......
 
 

Di rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de jî pêdivî ye tevahiya alî yên siyasî yên Herêmê û sazî yên nêzîkî wan û her wisa sazî yên ragihandinî yên serbixwe jî, hewlê bidin heta yekigirtîbûna Kurdan were parastin û xurttir jî bibe. Gelo divê dujmin bikaribe zeferê bi netewa Kurd bibe?!
Bê guman di karê ragihandinî de, divê aliyê rast ya nûçeyan derkeve holê û nabe çi berjewendiyek were liberçavgirtin.
Rewşa niha ya Herêma Kurdistanê pir baldariyê dixweze bo ku riftar di gel de were kirin. Ji aliyekê ve Kurdan pêdiviya bidestxistina endametî yên zêdetir di civatên parêzgehên Kurdistanî yên derveyî Herêmê hene û ji aliyekê ve serokatiya Herêma Kurdistanê divê bê hilbjartin û ji alî din ve, serokatiya komara Îraqê jî divê were yekalîkirin di berjewendiya Kurdan de.
Di wê rewşê de nabe opozîsyon, bi awayekî têkilîdarî kirîzê bibe ku di encam de, Kurd di piroseya siyasiya Îraqê de ziyanê bike.
Em wekî navenda çandî wêjeyî ya Kurmanc li zanîngehên Urmiye, car din rûmetiya wîjdanên sazî yên ragihandinî erê dikin û destxweşiyê ji karên wan dikin û hêvî dikin tev livên xwe, di berjewendî yên Kurdî de berdewam bikin.
Navenda çandî wêjeyî ya Kurmanc li zanîngehên Urmiye
18/06/2013

نظرات 0 + ارسال نظر
برای نمایش آواتار خود در این وبلاگ در سایت Gravatar.com ثبت نام کنید. (راهنما)
ایمیل شما بعد از ثبت نمایش داده نخواهد شد