Navenda Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê

Navenda Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê

مجله «چاند» در ارومیه چاپ و منتشر شد

Hejmara 2’mîn a Kovara Kurmancî ya ÇAND derket ku ji aliyê Enistîtûya Çandî û Hunerî ya Endîşeya Ehmedê Xanî li Urmiyê tê weşandin.

Kovara Çand bi awayekî navxwe ji aliyê Enistîtûya Çandî û Hunerî ya Endîşeya Ehmedê Xanî li Urmiyê tê çap û belavkirin û xwerî Kurmancî ye. Desteya Weşana kovara ÇAND ji çend nivîskar û wêjevanên Kurmanc pêk tê ku kovarê rêve dibin:

Helbestvan Celaledîn Nizamî, Ezîz Neimetî, Mihemed Sefayî, Yusif Klûnkzade û Ayhan Husênî. Sernivîskarê kovara Çand Eskender Ceferî ye û rêveberiya nivîsînî jî Yûsif Klûnekzade ye.

Çap û belavkirina kovara navxweyî ya ÇAND ji aliyê Enistîtûya Çandî û Hunerî ya Endîşeya Ehmedê Xanî li Urmiyê pêngavek mezin e ji bo zindî ragirtina wêjeya Kurmancî li Rojhilaêt Kurdistanê. Rûpelên Kovara Çand bi gelek mijar û nivîsarên wêjeyî û çandî hatine dagirtin û têr naverok e.