Navenda Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê

Navenda Kurmanc

Navenda Çandî Wêjeyî ya Kurmanc li Zanîngeha Urmiyeyê

Daxuyaniya Navenda Kurmanc seva zimanê Dayîkê

Welatiyênên hêja!

Xwendekarên birêz!

Car din dibistan û xwendingehên Îranê hatine vekirin û zarokên me çon ji bo ku perwerde bên kirin. Lê muxabin em dibînin ku ew Siayeta ji bo qirkirina netewî û zimanî tim bi ser gelên kêmîneye Îranê û ji wan Yek Kurd, de dimeşe. Kurdan jî weke Belûç, Azerî, Ereb û yên dine li Îranê Mafê netewî divê lê muxabin ew Maf di destpêka hatine serkar a Komara Islamiya Îranê de heya niha nehatiye dayîn.


Kurd neteweyek Mafxwaz e û weke Neteweyên din li Îranê daxwaza Mafê xwe dike û zêdetir ji Mafê xwe, tiştek din naxwaze.

Mafê xwandin bi zimanê Dayîkê, seretayîtirîn Maf e ku niha li gişt Cîhanê tekez li serî tê kirin.

Zarokên Kurdan di roja destpêka çoyîna xwe de ji bo xwendingehê, tevî zimanekî berbirû dibijn ku çi ji wî zimanê nizanin. Her bi wî zimanî ku çi jê nizanin, divê Jeogirafî, Hisab, Dîrok û htd fêr bibin ku ewa zulmek e ku bi ser zarokên Kurdan de dimeşe.

Bi hêviya rojekî ku zarokên Kurd bikaribin bi zimanê dayîkê bixînin û binivîsin.

Navenda Çandî – Wêjeyîya Kurmanc li Zanîngehên Urmiye

23’ê Îlona sala 2012’an a Zayînê

نظرات 0 + ارسال نظر
برای نمایش آواتار خود در این وبلاگ در سایت Gravatar.com ثبت نام کنید. (راهنما)
ایمیل شما بعد از ثبت نمایش داده نخواهد شد